Zanîngeha Rojava

@zaningeharojava

جامعة روچآفا | University of Rojava Zanîn, Hunera azadiyê ye
Followers
14.0k
Following
0
Account Insight
Score
35.92%
Index
Health Rate
%
Users Ratio
0
Weeks posts
​Ji bo bîranîna şehîdan, xwendekar û mamosteyên zanîngehê serdana şehîdgeha Delîl Saroxan a Qamişlo kirin, beşdarî vêxistina mûman bûn û li ser navê Meclisa Xwendekarên Zanîngehê daxuyaniyek hate xwendin
249 10
52 minutes ago
Waneyeke pratîkî ji bo xwendekarên sala duyemîn a Fakulteya Bijîşkiyê – Zanîngeha Rojava, di çarçoveya plana zanîngehê û fakulteyê de ji bo bernameya waneyên pratîkî yên materyala Fîzyolojiya Giştî ya Bijîşkî, hate lidarxistin. Ev wane nasîna organên derve û yên hundirîn (hûr) ên masiyan, zanîna cihgirtina topografîk a organan, rêça damarên xwînê û dil, sîstema demarî û sîstemên din ên laş dihewand. Ev çalakî di bin çavdêriya Dr. Mihemed Hebo (berpirsê laboratûwaran) û Dr. Emced (şêwirmendê materyalê) de hat birêvebirin, û xwendekar li ser koman hatin parvekirin da ku her kes bikaribe bi rengekî aktîf beşdar bibe.
641 26
8 hours ago
​Waneyeke Pratîkî ya Materyala Endazyariya Kolandinê (1) - Fakulteya Endazyariya Petrol û Petrokîmyayê - Beşa Endazyariya Petrolê - Sala Sêyem جلسة عملية في مادة هندسة الحفر (1) - كلية هندسة البترول والبتروكيماء - قسم هندسة البترول - السنة الثالثة
317 5
11 hours ago
Ragihandina Tora Zanyarên Cîhanê ya ji bo Zanîngehên Rojava ​Komcivîna Tora Zanyarên Cîhanê ya ji bo Zanîngehên Rojava di 15’ê Gulanê de, saet di 19:00’an de (bi dema Qamişloyê) bi beşdariya nêzî sed akademîsyenên cîhanê birêve çû. ​Akademîsyenên ku dixwestin piştgiriyê bidin zanîngehên Rojava, beşdarî vê komcivînê bûn. Civîn bi moderatoriya Özlem Göner, Marina Sitrin û Serdar Saadî û bi awayê serhêl (online) pêk hat. Ji Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobaniyê Rohan Mistefa, Zozan Mihemed û Aras Hiso wekî axaftvan beşdar bûn û beşdarên civînê li ser rewşa dawî ya zanîngehan agahdar kirin. ​Ji welatên Ewropa, Afrîkaya Başûr, Kanada, Meksîka, DYE, Filîpînê û ji çar parçeyên Kurdistanê akademîsyenên ji zanîngehên cihêreng beşdar bûn. Di nav wan de akademîsyen û çalakvanên wekî John Holloway, Hemîd Bozarslan, Walden Bello, Vasna Ramasar, Nina Glick Schiller û gelek akademîsyenên hêja piştgiriya xwe nîşan da, da ku zanîngehên Rojava bi taybetmendiyên xwe yên demokratîk û xweser û bi zimanê kurdî hebûna xwe misoger bikin. ​Di peyam û dilsoziya hevpar de hat ziman ku li hember qirkirina zanînê ji her demê zêdetir pêdivî bi hevgirtineke cîhanî heye. Her wiha hat parvekirin ku ew jî dixwazin têkoşîna ku li zanîngehên Rojava tê meşandin, li kampusên xwe birêve bibin. Serborî û metirsiyên li ser hebûna zanîngehên Rojava û gelek zanîngehên xwecihî û alternatîf wekî tecrubeyên hevpar hatin ziman. Her wiha pêdiviya bi projeyên berbiçav hat xuyakirin, da ku projeyên azadiya akademîk ên Rojava karibin bi xwe bimeşin. Di encama vê komcivînê de hat diyarkirin ku wê ji bo piştgiriyê nameyên saziyî bên nivîsandin. Akademîsyenên ku di nava vê tevnê de ne, wê li fakulte û enstîtuyên xwe ji bo pêşxistina hevkariyên bi zanîngehên Rojava re têbikoşin.
183 0
1 day ago
Ji bo piştgiriya perwerdeya xweser û demokratîk li Rojava, tev li akademîsyen, perwerdekar û xwendekarên ji çar aliyên cîhanê bibin.
108 1
3 days ago
#15ê_Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz be
203 2
4 days ago
Komxebata Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Rêzeçalakiyên Roja Zimanê Kurdî di Roja Duyem de Di nav atmosfereke tije serbilindî û rûmet de, îro çalakiyên roja duyemîn ên taybet bi Roja Zimanê Kurdî birêve çûn. Bernameya îro bi çalakiyên rengîn bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê: - Helbestvan Salihê Heydo helbesteke taybet bi vê boneyê xwend. - Komek ji xwendekaran beşdarî çalakiyekê bûn; wan bi pênûsên xwe li ser girîngiya zimanê dayikê û parastina nasnameyê, bi zimanê kurdî hevokên watedar nivîsandin. - Sê nivîskar û lêkolerên ku bi salan keda wan di warê ziman û wêjeya kurdî de heye hatin xelatkirin (Dr. Luqman Guldivê, Emîna Emer (Keça Kurd) û Munzir Şiyar). - Di çarçoveya çalakiyan de, hat ragihandin ku amadekirina Asta Yekem a pirtûka hînkirina zimanê kurdî ya ku ji aliyê Beşa Zimanê Kurd û Enstîtuya Zimanan ve dihat meşandin, bi dawî bûye û amade ye. Di dawiyê de, xwendekaran bi stranên kurdî reng û şahî dan vê rojê û atmosfereke germ ava kirin. #Bijî_Roja_Zimanê_Kurdî
462 3
4 days ago
​Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, zanîngehê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiyê zanîngehê Aram Hesen ve hate xwendin:”Daxuyaniya Zanîngeha Rojava bi Boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Ji raya giştî û gelê me re, Îro em 94’emîn salvegera derketina hejmara yekemîn a kovara Hawarê (15’ê Gulana 1932’an) pîroz dikin, ku mîratê mîrê zimanê kurdî Celadet Alî Bedirxan e. Ev roj ji bo gelê kurd ne tenê bîranînek e, di heman demê de roja berxwedana çandî û vîna hebûnê ye. Zimanê kurdî stûna sereke ya nasnameya me ye. Wekî Zanîngeha Rojava, em di wê baweriyê de ne ku parastin û pêşxistina zimanê kurdî erkekî neteweyî, mirovî û akademîk e. Di vê çarçoveyê de, em girîngiya van xalan ji raya giştî re radigihînin: - Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Ji bo ku civakek bikaribe di warê zanistî, felsefî û çandî de pêş bikeve, divê zanistê bi zimanê xwe yê resen hîn bibe. Perwerdeya bi kurdî bingeha afirandina hişmendiyeke azad e û rê li ber asîmîlasyonê digire. Zanîngeha Rojava îro mînaka herî berçav a vê perwerdeyê ye ku zanist û zimanê kurdî gihandiye asteke akademîk. - Ji bo ku li Sûriyeyeke demokratîk jiyaneke wekhev û hevpar pêkan be, divê mafên hemû pêkhateyan di bin sîwana qanûnî de werin parastin. Lewma em bang dikin ku: Zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de wekî zimanekî fermi- niştîmanî were qebûlkirin. Perwerdeya bi kurdî di her astê de bibe mafekî destûrî û ji aliyê dewletê ve were misogerkirin. - Em bang li hemû xwendekar, mamoste û rewşenbîran dikin ku zimanê kurdî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Divê em zimanê xwe tenê wekî amûreke axaftinê nebînin, lê belê wekî zimanê zanist, huner û dîplomasiyê bi pêş bixin. Em her tîpa kovara Hawarê wekî ronahiyekê dibînin û di vê rêyê de soza xwe ya ji bo bilindkirina asta zimanê kurdî nû dikin. Bijî Roja Zimanê Kurdî! Bijî Berxwedana Çandî û Akademîk!   Zanîngeha Rojava 13 Gulana 2026’an”
159 0
5 days ago
Axaftina Birêz Mezlûm Ebdê di komxebata Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ya ku niha li Zanîngehê tê lidarxistin
1,121 98
5 days ago
Hinek wêne ji komxebata 15’ê Gulanê ya bi navê "Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ku niha li zanîngehê bi rê ve diçe. ​Ev komxebat ji sê panelan pêk tê: - ​Realîteya zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê. - ​Vegerandina qedir û rûmeta wêjeya devkî ya kurdan. - ​Weşangeriya bi kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
437 0
5 days ago
137 4
6 days ago
Meclisa Giştî ya Zanîngeha Rojava civîna xwe ya dawiya qonaxa yekem, li dar xist. Di civînê de raporên fakulte û peymangehan hatin xwendin, kar û xebatên meclisê hate nirxandin. #Zanîngeha_Rojava عقدَ المجلس العام لجامعة روجآفا اجتماعه الختامي للفصل الاول. وخلال الاجتماع، قرئت التقارير المقدَّمة من الكليات والمعاهد، إضافةً إلى تقييم أعمال ونشاطات المجلس. #جامعة_روجآفا
235 0
6 days ago