Min dixwest ku dilê xwe
Şad kim bi hatina te
Lê tu ne hatî îro
Ez mame tenê
Wek kulekî di hundirê min da
Pê de, pê de mezin dibe
Oh çi bikim
Nikarim te ji bîr bikim
Şêrîn Ararat hunermendeke ciwan a 21-salî ye… Wê rêwîtiya xwe ya hunerî, ku di zarokatiya wê de dest pê kiribû, li Bakur gihand astên nû, û niha, li Hîlala Zêrîn a li Kobanê, hem stranan dibêje hem jî rîtmê fêrî xwendekarên xwe dike.